PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, ragihand ku Rûsya daxwaz kiribû li Mînskê hevdîtin bikin lê Ûkrayna daxwaza Varşovayê kiribû. Lê di pey pêşniyarê de Ûkrayna tekiliyên xwe biriye. Peskov ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de ji bo rojnamevanan kir.
Peskov got ku piştî pêşniyarê, terefê Ûkraynayê gotiye ku wê li ser hevdîtina li Mînskê bifikirin û weha dewam kir:
“Ûkraynayî xwestin herin Varşovayê û piştî wê têkiliya xwe birîn. Navber danê. Ev sekna me zêde dewam kir û di peyde ûnsûrên netewaperest li Kîevê û derên din sîstemên avêtina roketan bicîh kirin. Ev rewş ji bo me pir talûkeye.”
Serokkomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy gotibû ku ew natirsin da ji bo statuya bêteref biaxifin û ji bo Putin gotibû ku ji bo kuştin rawestin wê li ser masê rûnên.
Berdevkê Kremlînê Peskov jî gotibû ku ji bo bi Ûkraynayê re biaxifin ew amade ne ku heytekî bişînin Mînskê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin