PeyamaKurd - Nûnera Bilind a Pêwendiyên Derve yên Polîtîkayên Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini û Komiserê Berpirsê Firehbûna YEyê Johannes Hahn 22yê Mijdarê serdana Tirkiyê kirin û çend civîn bi aliyê tirk re pêkanîn.
Herdu rayedarên Yekîtiya Ewropayê li Tirkiyê rexne li hiqûq û demokrasiya Tirkiyê girtibûn û daxwazên wekî, pêkanîna serweriya hiqûqê, serbest berdana Selahattîn Demirtaş, rojnamevan û akademisyenên girtî kiribûn û xwestibûn Tirkiye di wan mijaran da gavan bavêje.
Hat zanîn ku Mogherînî û Hahn ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî daxwaza hevdîtinê kirine, lê ev daxwaza wan hatiye redkirin.
Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê rayedarên YEyê li Enqerê xwestin bi Erdogan re jî bicivin, lê Erdogan her çiqas ti bernameyeke wî ya fermî nebû jî ev daxwaza rayedarên ewropî red kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin