PeyamaKurd – Piştî ku nûçeyên derbarê derxistina berpirs û serkirdeyên Tevgera Hamasê ji Tirkiyeyê, rayedarekî Hamasê ji medya rûsî re ew nûçe piştrast kir.
Serokatiya ragihandina serokomariya Tirkiyeyê, li ser wan îdiayan ragihandibû ku nerast e ku daxwaz ji Hamasê hatibe kirin da terka Tirkiyeyê bidin.
Rayedarekî Hamasê jî ji medya rûsî re daye xuyakirin, ji wan re hatiye gotin ku nikarin ewlehiya wan dabîn bikin û hatiye xwestin terka Tirkiyeyê bidin. Li ser vê jî berpirsên Hamasê yên li Tirkiyeyê peyam wergirtine û ji Tirkiyê derketine.
Li aliyê din îro 25ê Cotmehê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî dubare piştgiriya xwe bo Hamasê ragihand û got: “Ey Îsraîl dibe ku tu rêxistinek bî. Çimkî tu gelekî deyndarê welatên rojava yî. Lê ti deynê Tirkiyê ji te re nîne. Hamas ne rêxistineke terorî ye, komeke mucahîd a têkoşîna rizgariya ax û welatiyên xwe dide ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin