Li Kirmasanê ji ber ziftê karkerekî can da û 6 karker jî jehrî bûn

Li Kirmasanê ji ber ziftê karkerekî can da û 6 karker jî jehrî bûn

PeyamaKurd - Li gor çavkaniyên xwecîhî, li Kirmaşanê di kaniyeka ziftê de karkerekî can da û komek karker jî jehrî bûn.

Do li kaniya ziftê (qîr) ya li gundê Sertîtan li navçeya Gêlanxerb ya Kirmaşanê, gaz û dûmanê karkerek fetisand û 6 karker jî jehrî bûn.

Li gorî agahiyan, rewşa 2 karkeran xirab e û li ber mirinê ne.

Berpirsê karûbarên kanzanyên Kirmaşanê, Arif Îbrahîmî got, ji ber gaz û dûmana kaniya qîrê nehatiye valakirin, ev rûdan qewimiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin