PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hefteya bê ji bo hilweşandina parlamentoya Îsraîlê (Knesset) û hilbijartina pêşwext dengdan were kirin.
Saziya Weşanê ya Îsraîlê (KAN) ragihand ku serokên partiyên hikûmeta koalîsyonê Bennett û Lapid li ser li hev kirine ku hefteya bê dengdana hilweşandina parlamentoyê bê kirin.
Heger biryara hilweşandinê were pesendkirin, wê di nav 3 sal û nîvan de cara pêncemîn li Îsraîlê hilbijartin bê kirin.
Li gorî rêkeftina hevpeymanên hikûmetê piştî hilweşandina parlamentoyê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid wê bibe serokwezîrê hikûmeta demkî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin