PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2yê Tebaxê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur kir.
Hate ragihandin di civîna ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû de, li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên dualî gotûbêj hat kirin û tekezî li piştevanîkirina Pêşmerge di rûbirûbûna terorê û aştî û asayîşa navçeyê de hat kirin.
Di civînê de girîngiya berdewambûna alîkarî û hevahengiya ewlehî û serbazî ya di navbera herdu aliyan de û rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê hatin axaftin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hêzên Estonyayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de piştevanîkirina Pêşmerge dikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur herwiha amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina alîkarî û hevahengî û berdewama piştevanîya Pêşmerge nîşan da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin