PeyamaKurd – Piştî ku PDKê li sînorê parêzgeha Duhokê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir yek ji berbijêrê PDKê yê hilbijartinên Iraqê Fehmî Selman ragihand, bihêzûna pêgeha PDK li Bexdayê garantiya parastina Herêma Kurdistanê û parastina Kurdistanê û bidestxistina destkeftên zêdetir e.
Berbijêrê PDK ji bo Hilbijartinên Iraqê Fehmî Selman ji malpera KDP.info re daye xuyakirin: “Bila xelkê Kurdistanê hemû di hilbijartinan de beşdar bibin ji ber ku pêwîstiya me bi tîmeke bihêz li Bexdayê heye ji bo ku mafên xelkê Kurdistanê parastî bin. Çiqasî pêgeha PDK li Bexdayê bihêz be dê ewqasî mafên me parastî bin.”

Fehmî Selman wiha got: “Pirsgirêka Kurdan li Iraqê ne destûr e, lêbelê hizra wan kesan e ku li Bexdayê ne. Hizra ku li wir heye nahêle ku ti lihevkirinek bi Kurdan re pêk were. Bihêbûna pêgeha PDK li Bexdayê garantiya parastina Herêma Kurdistanê û parastina Kurdistanê û bidestxistina destkeftên zêdetir e.”
Selman ku hijmara wî 24 e diyar kir: “Her berbijêrekî Kurd bi ser bikeve divê erkê wî yê sereke cîbicîkirina destûrê be û mafên xelkê Kurdistanê bidest bîne. Plana PDK heye ku li ser bingeha destûrê xebatê bike. Êdî dema wê yekê hatiye ku em li Bexdayê Kurdayetiyê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin