Komeke çekdar li Bexdayê jina çalakvan a Almanî revand

Komeke çekdar li Bexdayê jina çalakvan a Almanî revand

PeyamaKurd - Li Bexdayê ji aliyê komek çekdar a nenas ve çalakvaneke jin a Almanî hat revandin.

Li gor ajansa “AFB” ragihand, do çalakvaneke jin a rêvebira beşa rewşenbîrî ya Peymangeha Gotê ya Almanî Hella Mewis, li Bexdayê ji aliyê komek çekdarên nenas ve hat revandin.

Hat diyarkirin, Hella Mewis di saet 20:00an de li nêzîkî navenda Gotê ji aliyê komeke li otombîleke Pickup û motorsîkletekê siwar bûbûn hate revandin.

Hella Mewis ji sala 2015an ve li Bexdayê ye û piştevaniya projeyên rewşenbîrî yên ciwanan dike, bi taybetî di ware hunerê de.

Li Bexdayê her car revandin û kuştina çalakvan, rojnamevan û akdemisyenan rû didin, berî çend rojan jî akademisyenê Iraqê Hîşam El Haşimî li pêş mala xwe li Bexdayê hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin