Komeke çekdar a Iraqê ji Heşda Şeibî cuda bû

Komeke çekdar a Iraqê ji Heşda Şeibî cuda bû

PeyamaKurd - Tevgera Esaîb Ehlî Heq, daxuyaniyek belav kir û tê de bi fermî ragihand ku ew ji Heşda Şebiyê veqîyane.

Hate ragihandin koma navborî ji nav refên hêzên Heşdî Şabiyê derketiye û radestkirina çekên xwe ji bo saziyên fermî yên hikumeta federal a Iraqê eşkere kiriye.

Li gorî daxuyaniya wê komê, tevgerê ji bo destpêkirina bicihanîna vê biryara girîng û birîna hemû peywendiyên xwe yên leşkerî yên ligel Heşdî Şabiyê, komîsyoneke navendî û taybet ava kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev rênivîsa nû li ser banga Desthilatdariya Bilind a Olî û wekî bersivdayînekê ye ji bo helwesta neteweyî û pêngavên aştiyane yên ku ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve tên meşandin da ku serweriya qanûnê û hêza dewletê bê parastin.

Tevgera Esaîb Ehlî Heq, li Iraqê yek ji hêzên siyasî û leşkerî yên herî diyarker û bibandor a şîeyan tê qebûlkirin. Ev tevger di sala 2006an de wekî baskekî veqetiyayî ji “Artêşa Mehdî” (ku wê demê ser bi Tevgera Sedr ve bû) di bin serokatiya Qeys Xezelî de derket pêş û dest bi çalakiyên xwe kir.

Esaîb Ehlî Heq di destpêka damezirandina xwe de, heta vekişîna hêzên Amerîkayê ya di sala 2011an de, piranî bal kişandibû ser şer û êrîşên li dijî hêzên DYAyê; piştre di sala 2012yan de ji bo parastina mezargehên şîeyan beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû û di sala 2014an de jî bû yek ji pêkhateyên serekî û hêzên damezirîner ên Heşdî Şeibiyê.