Almanyayê ew rêxistin wekî rêxistineke terorê ragihand

Almanyayê ew rêxistin wekî rêxistineke terorê ragihand

PeyamaKurd- Wezareta Navxwe ya Almanyayê rêxistina Hizbullahê wekî rêxistineke terorê ragihand û tevgerên wê yên li wî welatî hatin qedexekirin.

Wezareta Navxwe ya Almanyayê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku wan rêxistina Hizbullahê wekî rêxistineke terorê ragihandiye û tevgerên li wî welatî jî qedexe kirine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Rainer Breul derbarê biryarê de got, “Wezîrê Navxwe Horst Seehofer Hizbullah wekî rêxistineke terorî ragihandiye.”

Piştî biryarê polîsan dane sibehê bi çend xalên Hizbullahê de girt û kesên ku li ser navê Hizbullahê kar dikirin hatin desteserkirin.

Tê texmînkirin ku nêzîkî hezar û 50 endamên Hizbullahê li wî welatî hene.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2013an de li Almanyayê baskê leşkerî yê Hizbullahê û propagandaya Hizbullahê jî hatibû qedexe kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin