Lavrov serokatiya konseya ewlehiyê ya NY kir

Lavrov serokatiya konseya ewlehiyê ya NY kir

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, di civîna bi serokatiya wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ya konseya ewlehiya NY de got ku îşxala Rûsyayê ya Ûkraynayê hem îhlala şertê NY ye û hem îhlala hûqûqa navdewletiye.

Guterres, di civînê de axifî û behsa rewşa Sûdanê kir û ragihand ku ji destpêka şer heya niha bi sedan kes jiyana xwe ji dest daye. Sekreter got ku divê li Sûdanê şiddet raweste û bombekirina deverên sîvîl û dezgeyên tenduristiyê şermezar kir. Guterres, got ku bi terefên Sûdaniyan re di nava têkiliyan de ye, ji bo şer raweste xebatên wan dewam dikin û weha dewam kir:

“Ez aşkera bêjim NY ji Sûdanê venakişe. Di vê rewşa xerab de wê desteka me ji bo xelkê Sûdanê dewam bike. Min erkê da wan ku xebatkarên NY di derveyê Sûdanê û di nav Sûdanê de ciyên xwe biguhêrin. Ez bang li endamên konseya NY dikim ku ji bo dawiyê li şiddetê bînin û herin ber bi demokrasiyê de, di asta bilind de erka xwe bikarbînin.

Qeza an hesabên şaş tênkirin, talûka şer zêdetir dikin. Ji bo ber li kaosê bigrin, divê niha gav bavêjin. Pirsgirêkên ji Myanmarê heya Sahelê, ji Somaliyê heya Komara Kongo ya Demokratîk dewam dikin, li Yemen û Lîbyayê xelk terka malên xwe kiriye, ji bo ber li şerî bigrin pêdiviya me bi mudaxeleya piralî heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin