PeyamaKurd – Senatorê Amerîkayê yê Eyaleta Arîzonayê yê Komarîparêz ku gelekî nêzîkî Trump e, piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civîneke rojnamevanî li dar xist.
Graham got, ‘Divê Trump baldar be. Dê Tirkiye neçar bibe bi kesên me çekdar kirine re bibe muxatab. Minbiç gava ewil a proseya Cenevê ye.’
Lindsey Graham diyar kir, “Heger leşkerên Amerîkayê zû vekişin, dê li Sûriyê şerekî mezintir derkeve holê.”
Graham derbarê pêwendiya YPG-PKKê de jî wiha axivî:
“YPG şaxê polîtîk ê PKKê ye. Bi PKKê re girêdana wê heye. Delîl gelekî eşkere û vekirî ne. Divê em vê problema me ji hevpeymaniya xwe Tirkiyê re derxistiye, çareser bikin. Em herwiha deyndarê yên bi me re şerê DAIŞê kirine jî. Ji bo pêşveçûnê şensê me heye. Ji bo em şaşiyên xwe sererast bikin dem û derfeta me kêm dibe. Ji bo vê ez li vir im.”
Graham wiha axivî: “Min hişyarî da Trump ku wekî Obama şaşiyan neke. Obama bi çekdarkirina YPGê re ji bo Tirkiyê kabûsek çêkir. Divê em proseyê baş birêve bibin. Dê herêma ewle ji bo ewlehiya Tirkiyê bê avakirin. Heke nexşerêya Minbicê were pêkanîn dê Rojava bibe herêma tampon.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin