PeyamaKurd- Berdevkê fermî yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Sadî Pîre ragihandibû ku ew dev ji wezîfa berdevkê partiya xwe berdaye. Pîre hem endamê polîtburoya YNK ê ye. Li ser îstîfa Pîre, polîtburo ya partiyê jî devjêberdana Pîre tesdîq kir û di şûna wî de endamê polîtburoyê Letîf Şêx Omer danî.
Tê gotin ku Pîre, li ser belavkirina twîtterekî ji aliyê Qubad Talabanî de ew îstîfa kiriye. Talabanî di twîttera xwe de, piştî ku tîma fûtbolê Manchester City tîma Chelseayê 6-0 têkbir, weha gotiye:
“Civîna çapemeniyê ya ku rêvebirê teknîkî yê tîma Chelsayê çêkir, weka civînên çapemeniyê yên Sa’dî Pîre bû.”
Sadî Pîre ragihandibû ku ew bi biryara xwe dev ji vî karî berdaye lê hinek mijar hene ku xesasin û ne raste herkes di wan mijaran de biaxife. Pîre bi awayeka fermî biryara xwe ya devjêberdanê bo Kusret Resûl bi awayeka fermî ragihandiye û bo çi kesekî din agahî nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin