PeyamaKurd – Namzetê Kongreya Amerîkayê Alex Balazs diyar kir ku Kurd hertim hevpeymanê wan yê bihêz bûye û hêzên Pêşmerge hertim bê tirs şer kirine û eger were hilbijartin jî Wê kar li ser bihêzkirina hevpeymaniya welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê bike.
Alex Balazs ji K24ê re ragihandiye, eger ew were hilbijartin, ew plan dikin ku pêwendiyên hevpeymaniya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêztir bikin.
Balazs bal kişand ser wê yekê ku karê Kurdên dîasporayê yên li DYAyê pir girîng e û got, “Kurd her tim hevalbendên me yên xurt bûne. Hêzên Pêşmerge hertim bê tirs şer kirine. Wergera navê Pêşmerge tê wateya kesê ku bi mirinê re rû bi rû tê. Wan ev yek gelek caran ji bo Dewletên Yekbûyî kirin."
Yek ji sedemên serkeftina me li Bakurê Iraqê jî hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye.” Alex Balazs diasporaya Kurdan a li DYAyê bi van gotinan rave kir:
“Li vir Kurd hene. Ew xwe wek Kurdistaniyên Amerîkî didin nasîn û tenê yekê bikar naynin. Ji ber ku ew bi tevahî di nav civaka Amerîkî de ne. Ew mirovên pir xwenda ne ku her gav piştgiriyê didin Amerîkayê."
Balazs amaje bi pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê jî kir û got, “Em weke Amerîkayê divê haya me ji hevpeymanên me hebe û piştevaniya wan bikin. Heger ji bo Kongreyê ez wek namzet werim hilbijartin, yek ji armancên min wê bihêzkirina hevalbendên me be. Gelê Kurdistanê vê yekê heq dike û divê em wan nêzî xwe bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin