Ji Îranê bo Amerîkayê: Eger Amerîka ser naxwaze divê...

Ji Îranê bo Amerîkayê: Eger Amerîka ser naxwaze divê...

PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Husameddin Aşina bo rêveberiya Amerîkayê got, “Eger şer naxwazin divê mueyîdeyan sivik bikin.”

Aşina ku di heman demê de Serokatiya Navenda Lêkolînê Stratejîk a Serokomariya Îranê amaje kir ku, berdewamiya mueyîdeyên Amerîkayê li dijî Îranê dibe ku bibe encama şerekî.

Aşîna di daxuyaniya xwe de got, Bi berdewamiya mueyîdeyan bivê nevê me ber bi şerekî ve dibe. Eger hûn şer naxwazin divê hûn di derbarê mueyîdeyan de bifikirin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev demek e di navbera Amerîka û Îranê de ragêşî hene û ev ragêşî her diçe mezintir dibe.

Serokê Amerîkayê Trump fişaran dike ku êrîşî Îranê bike û ragihand ku tu mercekî wî yê pêşwext ji bo gotûbêja ligel Îranê tine ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin