Konferansa taybet a rewsa Afganistanê li Moskowayê tê lidarxistin

Konferansa taybet a rewsa Afganistanê li Moskowayê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Çîn, Rûsya, Îran, Pakistan û hejmarek ji welatên din, îro li Moskowa beşdarî konferansa taybet a rewşa Afganistanê, ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye sazkirin û nûnerê hikûmeta Talibanê jî di nav de ye dibin.

Ev yekem konferansa derbarê Afganistanê piştî wergirtina deshilatê ji aliyê Talibanê ve ye ku li Moskowê tê sazkirin.

Tevî ku Serokê Rûsyayê Vladimmer Putin dibêje, divê pêwendî bi Talibanê re bên kirin, lê divê ew lezê nekin û cih de itirafê bi hikûmeta Talibanê nekin, herwiha hişyarî dide derbarê zêdebûna gefên komên tundrew li wî welatî.

Serokê Rûsyayê Vladimmer Putin da zanîn: “Li gorî zanyariyên ber destê me hene, li bakurê Afganistanê tenê derdora du hezar çekdarên DAIŞê  hene. Serkirdeyên wan dixwazin bandorê li ser welatên Asya Naverast û Rûsyayê bikin, herwiha ew hewl didin şerên esnîkî û olî destpê bikin. Ew terorist hewl didin di bin navê penaberiyê de, derbasî welatên ku berê beşek bûn ji Yekîtiya Sovyetê bibin. Mixabin ev hikûmeta niha ku ji aliyê Talibanê ve hatiye sazkirin, nûneratiya civaka Afganistanê nake.”

Biryar e di konferansa îro de, qala çareserkirina krîza Afganistanê bê kirin, wek krîza darayî, gefên  komên terorîst û rêgirtina li pêşiya berhemanîn û qaçaxîkirina madeyên hişbir. Ev di demekê de ye, ku wek Rûsya dibêje qaçaxiya  madeyên hişbir yek ji çavkaniyên sereke yên  dahata wî welatî ye.

Ev konferans bê beşdarbûna Amerîkayê tê sazkirin.

Ned Price, Berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê têkildarî vê yekê behsa helwesta welatê xwe kiriye û eşkere kiriye: “Em di gotûbêjên Moskowê de beşdar nabin, konferansa Troika Plus bi bandor û sûd bû. Çavê me li wê yekê ye ku em wê konferansê pêş bixin, lê me biryar nedaye vê heftiyê beşdarî konfransê bibin.”

Derbarê vê Konfransê de Rûsyayê destnîşan kir, şandeke bilind a Talibanê beşdar dibe  û da zanîn, divê ew welatên ku ji bo dema 20 salan li Afganistanê bûn, bi erkê xwe rabin û berpirsayetiya xwe rabighînin ji qonaxa piştî vekşînê.

Ev konfrans di demekê de tê lidarxistin, ku Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarê Afganistanê Zalmay Xelîlzad ku di heman dem de Serokê Şanda Amerîkayê bo Danûstandinan li gel Talibanê bû, roja Duşemê dest ji kar berda. Zalmay Xelîlzad di nameya xwe ya destjikar berdanê de dibêje, ew xemgîn e derbarê rewşa ku bi ser xelkê Afganistanê de hatiye û rêkeftina siyasî ya ku di navbera hikûmeta Afganistanê û Talibanê de hebû, weke ku wan dixwest neçû serî.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin