PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu ragihand ku têkiliyên wan bi Iraqa bakur re pir baş in û Kurd ne dijminê wan in û 360 hezar Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vegeriyan.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku, "Tevgereke me ya li dijî Kurdan tune. Têkiliyên me yên Herêma Kurdistanê re jî pir baş in û em li Tirkiyeyê ji 350 hezar Kurdên ji Sûriyeyê ra mazuwaniyê dikin."
Mevlut Çavuşoglu, "Dema li qadê bi Amerîkayê re hewl dihat dayîn ku herêma ewle bê avakirin, Amerîkayê hê jî çek didan YPGyê. Dema hevoeymanên me piştgirî nedan me, em jî mecbur man ku vê operasyonê (Herekata Kaniya Aştiyê) bi serê xwe bikin."
Çavuşoglu, "Ji destpêka Operasypna Herekata Kaniya Aştiyê vir va propagandaya reş û sûcdarkirinên dijî rastiyê tên kirin. Ev gotina Tirk-Kurd gotineke pir şaş e. Kurd ne dijminên me ne."
Çavuşoglu îdia kir ku ji destpêka operasyonê vir va YPG/PYD êrîşî Tirkiyeyê dike, "YPG êrişa Tirkiyê dike û got ji bo agirbestê bi tenê 35 saet man û eger bi paş de venekişin dê operasyon jî nû ve dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin