PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê bo 6 gundên navçeyên Hezro û Licê heya fermaneka dinê bê dayîn, derketina ji gund û ketina gundan hat qedexekirin. Sedema qedexeya derketin û çûna gundan bi sedema PKKê ye.
Li gor ragihandina parêzgeha Diyarbekirê; bi taybetî di deverên çiya de, çekdarên PKKê hene û di nava wan de kesên di asta bilind de wezîfedar hene. Eger di herêmê de hebin, wê şikeft û ciyên ku PKK xwe û erzaqên xwe lê vedişêrin bên îmhakirin.
Qedexe li 5 gundên Licê û yek gundekî Hezroyê di 06.00 ê sibê de destpêkir û heya fermaneka dinê wê dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin