Îsraîlê li Sûriyê li Hizbullahê xist!

Îsraîlê li Sûriyê li Hizbullahê xist!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku endamên Hizbullaha Lubnanê di êrîşa hewayî ya bêmirov a Îsraîlê ya ser Sûriyeyê de hatin kuştin.

Herwiha hat eşkerekirin, Îsraîlê bi balafireke bêmirov li başûrê rojavayê Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk anî.

Di êrîşa li nêzî Girên Golanê ya li ser sînorê Îsraîlê de 3 endamên Hizbullaha Lubnanê jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyan diyar kirin ku di êrîşê de welatiyekî Sûriyeyî jî jiyana xwe ji dest daye.

Îsraîl di van demên dawî de êrîşên xwe yên li ser Sûriyeyê piştî destpêkirina şerê bi Hamasê re zêde kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin