PeyamaKurd-Ji aliyê rayedarên Avûstralyayê ve hat ragihandin ku balafira wan a çavdêriyê, ji aliyê Çînê ve ‘bi awayekî xeternak’ hatiye astengkirin. Hat ragihandin ku di vê astengkirinê de jiyana ajokarê balafirê, ketiye bin metirsiyê.
Wezareta Berevaniya Avûstralyayê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku balafira çavdêriya behirê ya Hêzên Hewayî ya Keyîtiya Avûstralyayê, ji aliyê Çînê ve hatiye astengkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dema vê astengkirinê de tevgerên bi xetere hatine nîşandan û jiyana ajokarê balafirê, ketiye bin metirsiyê. Hat ragihandin ku ev destwerdan, di 26 Gulanê de hatiye kirin û ji aliyê Serokwezîrê Avûstralyayê Anthony Albanese ve jî daxuyanî hatiye dayîn ku ev helwest, welatê wan dike nav fikaran.
Hat ragihandin ku heta niha ji aliyê rayedarên Çînê ve di derbarê mijarê de daxuyaniyek nehatiye parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin