PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê ji aliyên çekdarên nenas ve êrîşek bi ser Navenda Bazirganiyê ya Tebqa ya Rojavayê Kurdistanê de hatiye kirin û 2 endamên nobedarên asayîşa deverê hatine kuştin.
Li gorî ragihandina medya Rojavayê Kurdistanê, di encama wê êrîşa çekdarên nenas de, 2 karmendên nobedariyê şehîd bûne û karmendek jî birîndar bûye ku ew rakirine nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê Buroya Dijî Tawanên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Rojava, devera ku êrîş lê çêbûye dorpêç kirine û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin