6 hezar Amerîkiyan ji bo ‘servaniya xwebes’ serî li balyozxaneya Ûkraynayê dan

6 hezar Amerîkiyan ji bo ‘servaniya xwebes’ serî li balyozxaneya Ûkraynayê dan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ber balyozxaneya Ûkrayna ya Washington a Amerîkayê ji bo serlêdana şervaniya xwebexş bikin, bi sedan kes ketine dorê.

Fermandarê Ûkraynî yê Ateşeyê Balyozxaneya Amerîkayê Borys Kremenetskyi, daye xuyakirin ku kesên ku serlêdana şervaniya xwebexş bo Ûkraynayê didin ji ber ku dizanin ev ne şerekî dadwerane ye û xwe neçar dibînin bibin alîkar.

Kremenetskyi, eşkere kir ku ji 24ê Sibatê ve heta niha li Washingtonê ji bo beşdarî şerê azadiyê yê Ûkraynayê bibin 6 hezar serlêdan gihîştine wan û spasiya vê piştevaniya gelê Amerîkî kir.

Herwiha Kremenetskyi daye zanîn ku heta niha 100 xwebexşên Amerîkî bi derftên xwe ji ser Polonyayê derbasî Ûkraynayê bûne û yên din jî dikarin bi wê rêyê biçin.

Li gorî zanyariyên berpirsên Ûkraynayê heta niha zêdetirî 20 hezar şervanên xwebeş tevlî artêşa Ûkraynayê bûne daku şerê Rûsyayê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin