Kanaleke Amerîkî: Kustina Emîn Îsa tawaneke hovane ye

Kanaleke Amerîkî: Kustina Emîn Îsa tawaneke hovane ye

PeyamaKurd – Kanaleke Amerîkî, raportek derbarê kuştina endamekî PDK-S Emîn Îsa, yê ji aliyê asayîşa PYDê ve di girtîgehê de hat kuştin belav kir.

Kuştina Emîn Îsa ji aliyê asayîşa PYDê ve, dengekî mezin di nav Kurdan û medyaya Kurdî û navdewletî de veda.

Kanala Amerîkî ya El Hurre ku bi zimanê Erebî weşanê dike, raportek li ser kuştina xortê Kurd ji aliyê asayîşa PYDê ve belav kir û diyar kir, wê tawanê Rojavayê Kurdistanê hejandiye.

Di raporta El Hurre de hatiye eşkerekirin, kuştina Emîn Îsa tawaneke hovane ye. Lê wê kanala televîzyonî nekariye wêneyên termê wî xortî belav bike ji ber ku di bin îşkenceyeke giran de can daye û hemû laşê wî birîn û xwîn bûye.

El Hurre daye zanîn, hewl daye ji berpirsên PYDê agahiyan li ser kuştina wî xortê Kurd werbigire, lê wan berpirsan nexwestine tiştekî bêjin. Yek ji wan kesên ku nexwestiye tiştekî bêje, Hevserokê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ya PYDê (Wezîrê Navxwe) Kenan Berekat e.

Parî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi taybet PDK-S û ENKSê ew rûdana han bi tundî şermezar kirin û daxwaza lêpirsîn û lêkolînê kirin.

Emîn Îsa roja 22 Gulana îsal ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin û di girtîgeheke serbazî de hat îşkencekirin û şehîdkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin