PeyamaKurd – Rejîma Sûriyê ya Beşer Esed bi şîrketa petrolê ya Rûsya re peyman girêda û li ser mijarê Lubnan ket nav tevgerê û xwest sînorên Lubnanê û yên Sûriyê bê destnîşankirin. Rejîma Esed di nav ava Lubnanê de jî ku mafê Lubnanê ye, bi Rûsya re peyman çêkiriye. Li ser mijarê cîgirê serokwezîrê Lubnanê û hem wezîrê bergiriyê Zeyne Aker û wezîrê karên derve yê Lubnanê Şerbil Wehbe civînekî kirin.
Her dû wezîr ragihandin ku li ser pêşdeçûnên sînorên başûr û bakûr axifîne. Her dû wezîr dê rewşê bişopînin. Li ser mijarê serokê Partiya Hêzên Lubnanê yên Xîrîstiyan Semir Caca li Beyrûdê civîn kiriye û gotiye li ser nexşeyê sînorên deryayê yên her dû welatam di nav hevde hatine nîşan dan. Caca li ser pêşniyara Esed ya bo lêgerîna xazê li herêmê ya sala 2014 an, Caca li hemberê pêşniyarê derketibû û îro weha got:
“Hukumeya Lubnanê di sala 2017 an de bo cîranê xwe Sûriyê nameyekî şand lê bersiv nehat. 2 roj berê Sûriye ji xwe re sînorekî daniye û erka lêgerîna xazê daye şîrketa Rûs. Ev bo me surprîzekiye.”
Serokkomarê Lubnanê Mişel Awn jî balê kişand ser avakirina heyetên teknîkî di navbera her dû welatan de bo destnîşankirina sînorên avê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin