Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû

Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Çewlîga Bakurê Kurditstanê, bi hêza 4.0 erdhej pêk hat.

Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Gêxî ya bajarê Çewlîga Bakurê Kurdistanê, danê sibê di saet 08:02an de, bi hêza 4.0 erdhejek pêk hat.

Herwiha AFADê diyar kir, bi berfirehiya 39.36 kîlometre û bi kûrahiya 13.85 li Gêxiya Çewlîgê erdhej çêbû û li bajarên derdorê jî bi erdhejê hisiyan.

Di derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de, tu zanyarî nehatine belavkirin. 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin