Di derbarê Moseka Sarmat a Rûs de danasîneke bi xof hat kirin

Di derbarê Moseka Sarmat a Rûs de danasîneke bi xof hat kirin

PeyamaKurd-Di televîzyona Dewletê ya Rûsyayê de hat ragihandin ku Moşeka Sarmat a Rûs, dikare qadeke bi qasî Îngîltereyê tune bike. Hat dîtin ku ev mînak bi taybetî li ser nexşeya Îngîltereyê hat nîşandan û ev yek jî wekî çavtirsiyeke ji bo Îngîltereyê hat şîrovekirin.

Piştî ku Îngîltereyê gef li Rûsyayê xwar û da zanîn ku ew ê firotina çekên kujer a ji bo Ukraynayê bidomînin, ev yek li Rûsyayê deng da. Di derbarê vê mijarê de di Televîzyona Dewletê ya Rûsyayê de bernameyek hat weşandin. Rojnamevan Dmitri Kiselyov, di vê bernameyê de li ser nexşeya Îngîltereyê, qala bandora Moşeka Sarmat kir. Her wiha li ser nexşeyê hat nîşandan ku ew ê bi çi awayî li Îngîltereyê bidin.

Rojnamevanê Rûsî di dewama bernameyê de got: ‘Îngîltere bi rêyên nukleerî dikare bê tunekirin, ew tenê graveke biçûk e lê ligel vê yekê çima gef li Rûsyayê dixwe? Moşekeke Sarmatê têr dike ku Îngîltereyê heta hetayê bifetisîne. Moşeka Sarmat a Rûs, moşeka herî bi hêz a cîhanê ye û dikare qadeke bi qasî Teksas û Îngîltereyê tune bike.’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin