PeyamaKurd – Balafirxaneya Diyarbekirê, ji ber lênihêrîna firgeha esasî, heta mehekê tê rawestandin.
Rayedarên Balafirxaneya Diyarbekirê diyar kir, wê ji bo lênihêrîna firgeha esasî, li balafirxanê di navbera 24ê Gulanê û 24ê Hezîranê de, geşt nayên kirin.
Di derbarê mijarê de, Rêveberiya Giştî ya Qadên Esmanê ya Dewletê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn: “Ji ber xirabûna beşên di navbera 100 metre û 1600 metre de, di firehiya 15 metreyan di xeta firgeha esasî ya Balafirxaneya Diyarbekirê, pêwîstiya lênihêrînê hatiye dîtin. Bi vê sedemê, ji 24ê Gulanê heta 24ê Hezîranê bo mehekê wê balafirxane ji geştan re bê rawestandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin