PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser şerê berdewam ê Idlibê ku artêşa Tirkiye jî tê de beşdar e got, wê Rûsya li dijî hewldanên bêgunehkirina terorîstên li Idlibê bisekine. Lavrov destnîşan kir ku divê hebûna terorîstan li Idlibê bi temamî bidawî were.
Lavrov da xuyakirin: "Careke din diyar dikim ku em ê li dijî hewldanên bêgunehkirina terorîstên ku Konseya Ewlektariya NY diyar kirine bisekinin."
Lavrov di berdewamê de got: "Bi hêvî me ku peywendiyên domdar ên artêşa me û artêşa Tirkiyê bi beşdarbûna dîplomatan û saziyên ewlekariyê, erênî bi dawî bibin. Hîna derfet heye ku em li vê herêma Sûriyê bo tunekirina terorîstan li hev bikin. Heta divê hebûna wan bi temamî bi dawî bibe."
Ev daxuyaniyên Lavrov piştî ku rejîmê 7 bajarokên din li Idlibê kontrol kirin û xalên artêşa Tirkiyê hatin bombardimankirin hatin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin