PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand: “Divê dewleta Pakistanê demlidest bi hemî imkan û pêngavên pêwîst ji bo azadkirina sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê û girtina têrorîstan bikeve dewrê.”
Navenda ragihandinê ya Navenda Leşkerî ya Qudsê ser bi Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên rejima Îranê di daxûyanîya xwe de ragihand: Duh 15ê Cotmehê hejmarek hêzên besîcî yên xwecî û hêzên sînorparêz li baregeha zêrevanîyê ya Mîrcawê li sînorê Îran û Pakistanê di encama xîyanet û lihevkirina kes an kesên nufûzî yên ser bi komên dijî inqilaba islamî de hatine revandinê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî îro di daxûyanîyekê de revandina hejmarek hêzên sînorparêz ên Komara Islamî ya Îranê ji hêla komekê û veguhestina wan nav axa Pakistanê şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha ragihand: Alîkarê çiqa Rojavaya Asyayê yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro ji sefîrê Pakistanê yê li Tehranê xwest, “zûka daxwaza girtina têrorîstan ji dewleta Islamabadê re ragihîne û Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ji encamên pêngavên di vî warî de agahdar bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin