PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, agir bi malekê ket û du zarokên biçûk ên di nav malê de bûn can dan.
Li gorî ragihandina Berpirsê Navenda Hawarhatinê li Silêmaniyê Saman Nadir, îro 9ê Sibatê li bajarê Silêmaniyê agir bi malekê ketiye û du zarokên di hundirê malê de yên keç û kur ji ber şewatê can dane.
Hat diyarkirin ku şewat ji ber temasa elektrîkê rû daye û tîmên berevaniya şaristaniyê agir kontrol kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin