PeyamaKurd - Li navçeya Tanjeroyê ya parêzgeha Silêmaniyê îro 18ê Tebaxa 2026an danê sibehê di depoyeke sotemeniyê de şewateke mezin derket.
Ji ber şewatê di tankên benzîn û mazotê de teqînên li pey hev çêbûn û li gorî agahiyên Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê 20 kes birîndar bûn. Piraniya birîndaran ji ber dûmanê tûşî bêhntengiyê bûn û li cihê bûyerê hatin dermankirin.
Cîgirê Parêzgarê Silêmaniyê Şaho Osman ragihand ku tîmên agirkujiyê karîn agir dorpêç bikin û piştî vemirandina tam dê lijneyeke pispor sedema şewatê lêkolîn bike.
Hate diyar kirin ku di depoyê de nêzî 3 milyon û 200 hezar lître sotemenî di 34 tankan de hebû û ziyaneke mezin a madî gihîştiye cihê bûyerê.
Derbarê sedema şewatê de gumanên wekî şorta elektrîkê, xeletiya teknîkî ya di dema valakirina benzînê de an jî destwerdana mirovî têne lêkolînkirin. Berdevkê Bazara Sotemeniyê ya Silêmaniyê Ramyar Rizgar welatî piştrast kirin ku ev depo ya sektora taybet e, dabeşkirina benzîna hikûmî berdewam e û ev bûyer nabe sedema tu krîza sotemeniyê li parêzgehê.