PeyamaKurd – Piştî operasyonên Hamasê yên ser Îsraîlê, Amerîka keştiya xwe ya herî mezin ya balafiran USS Gerald R. Ford û filoya pê re şand Derya Sipî da destekê bide Îsraîlê. Di mijarê de berdevkê Pentagonê Ryder got:
“Em keştiya xwe ne tenê ji bo desteka Îsraîlê lê ji bo Îran û Hîzbullah tevnegere dişînin.”
Piştî tûgayên Qassamê yên bi ser Hamasê bi 5 hezar roketan êrîş birin ser Îsraîlê, Îsraîlê jî êrîşê bir ser Gazzeyê û keştiya balafiran ya Amerîkayê ji bo destekê bide Îsraîlê ket ser rêya Derya Sipî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin