PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişkinîn û lêgerînên bo gûmanlêkiriyên vîrusa koronayê de, kesekî din ê tûşî Covid-19 bûye li Hewlêrê hatiye tomarkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku ew kes zilamekî temen 32 salî ye. Rûniştvanê bajarokê Sêbîran a ser bi qezaya deşta Hewlêrê û berketîyê tûşbûyekî berê ye.
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê jî ragihand, tûşbûyekî koronayê baş bûye û niha ji koma 19 tûşbûyên korona li wê parêzgehê tenê 3 pêketiyên koronayê mane.
Bi van amarên dawî re, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi bi vîrusa korona ketine gihîştiye 388 kesan ku 5 kesan can daye û bi tevahî 341 kes jî baş bûn e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin