Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskere kirin: Tenê li Duhokê 1517 pêketiyên nû hene

Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskere kirin: Tenê li Duhokê 1517 pêketiyên nû hene

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3 hezar û 468 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan jî wefat kiriye

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Çarşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3468 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 805 kes li Hewlêrê, 997 kes li Silêmaniyê, 1517 kes li Duhokê, 47 kes li Helebceyê, 77 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 5 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 12 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1277 kes baş bûne ku ew jî 148 kes li Hewlêrê, 322 kes li Silêmaniyê, 765 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 30 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê bi giştî gihîşt 224283 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 740 kes û heta niha 195 hezar û 745 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin