PeyamaKurd – Li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya qeyûm li ser e, bi darê zorê 45 karker hatin teqawîdkirin. Li dewsa wan jî xizmên rêvebirên şaredariyê yên di çaxê teqawidbûyînê de hatin bicîhkirin.
Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya qeyûm li ser, bi mobbîngê re rû bi rû ne. Piştî tayinkirina qeyûmê dudoyan, gelek xebatkar bi gefa îxrackirinê, sendîkaya xwe guherandin û niha jî gelek jê bi darê zorê tên teqawidkirin.
30 xebatkarên ku teqawidbûyînî li wan hatin ferzkirin, 5 meh berê sirgûnî navçeyan kirin. Hat hînbûn ku di vê sala dawî de ji ber ku gelek karker tên sirgûnkirin, gelek jê ji bêgavî teqawid bûn.
Hat hînbûn ku di 14ê Îlonê de, 45 karker bi darê zorê hatine teqawidkirin.
Tê gotin, li şûna kesên bi darê zorê tên teqawidkirin jî, hin xizmên burokratên ku qeyûm wan ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê anîne şaredariyê hatine bicihkirin. Temenê van kesan jî li dor 55-56 salan e û di çaxê teqawidbûyînê de ne.
Herwiha tê gotin, wê 30 xebatkarên din jî bi darê zorê bên teqawidkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin