PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Diyarbekirê beşdarî "Forûma Aştî û Azadiya Civakî" bû. Xoşnaw di destpêka forûmê de axaftinek kir û bal kişand ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê û eşkere kir ku di dema krîzên giran de nêzîkî du milyon koçberan berê xwe dane Herêmê û Hewlêrê bêyî cudahî derî li ber Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û koçberên Iraqî vekiriye.
Xoşnaw diyar kir ku tevî guherîna şert û mercên siyasî, hîn jî 355 hezar penaber di kampên Hewlêrê de dimînin û heta ku kamp nehatine avakirin, wan ev mirov di mizgeft û dibistanan de hewandine.
Rexne li Bexda û saziyên navdewletî kir
Umêd Xoşnaw rexneyên tund li Hikûmeta Federal a Iraqê û saziyên navdewletî girt û destnîşan kir ku Bexdayê peymanên xwe bi cih neanîne.
Xoşnaw got: "Di dema ku barê 2 milyon koçberan li ser milê me bû, Hikûmeta Iraqê budceya Herêmê birî û barê me hîn girantir kir."
Derbarê biryara Bexdayê ya ji bo girtina kampan jî Xoşnaw helwesta Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi bîr xist û destnîşan kir ku ew bi tu awayî vegera bi zorê qebûl nakin û tenê gava koçber bi daxwaza xwe bixwazin vegerin dê hêsankariyê ji wan re bikin.