PeyamaKurd - Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate îmzekirin, di dîroka nûjen a Rojhilata Navîn de xala guherînê ya herî mezin e. Lê belê ji bo gelê kurd jî rûpeleke herî reş e ku Kurd di serdema nûjen a dewletên netewî de bêdewlet û bê maf hatin hiştin.
103 sal bi ser vê peymanê de derbas bûn lê hê jî bandorên wê bi taybet li ser Kurdan berdewam dikin ku Kurd di nav çar dewletan tevî hin destkeftan jî parçekirî ne.
Ev peyman di navbera dewletên serketî yên Şerê Cîhanê yê Yekem û Komara Tirkiyeyê ya nû de hate çêkirin û nexşeya herêmê ji nû ve hate xêz kirin.
Ji xewna Sewrê ber bi rastiya Lozanê ve
Berî Lozanê, di sala 1920an de Peymana Sèvresê (Sewr) hatibû îmzekirin. Di madeyên Sèvresê yên 62, 63 û 64an de yekem car di asta navneteweyî de mafê kurdan ê avakirina dewleteke serbixwe li ser rêjeya %20î ya xaka Kurdistana Mezin hatibû qebûlkirin. Lê belê, pêvajoyê bi vî awayî dewam nekir
Enqere ya bi seroktiya Mustafa Kemal Ataturk bi serkeftinên leşkerî û bi piştgiriya dîplomatîk a Yekîtiya Sovyetê, hêzên hevpeyman mecbûr kirin ku dev ji çarçoveya Sewrê berdin.
Mercê sereke yê Enqereyê ji bo tespîtkirina sînoran û çareserkirina nakokiyan, tenê bicih nekirina madeyên Sewrê yên li ser kurdan bû.
Înkar di 143 Maddeyan de: Di nav 143 madeyên Peymana Lozanê de ku di navbera 13 dewletan de hate îmzekirin, navê "kurd" û mafên wan yên siyasî bi temamî hatin jêbirin.
Parçekirina Kurdistana mezin û dabeşbûna xakê
Berî Lozanê, Kurdistan di sala 1514an de bi Şerê Çaldiranê di navbera Împeratoriya Osmanî û Sefewiyan (Îranî) de bibû du beş. Peymana Lozanê ev dabeşkirin kûrkir û Kurdistana Mezin kir çar parçeyên sereke.
Bakurê Kurdistanê ket bin desthilata Komara Tirkiyeyê.
Başûrê Kurdistanê ket bin mandaya Brîtanyayê û piştî çareserkirina Meseleya Mûsilê di sala 1926an de bi Iraqê ve hate girêdan.
Rojavayê Kurdistanê ket bin mandaya (serweriya) Fransayê û piştre bû beşek ji Sûriyeyê.
Rojhilatê Kurdistanê jî di nav sînorên Îranê de ma.
Ji bilî van çar parçeyan, beşek piçûk ku wekî "Kurdistana Sor" dihat nasîn ket bin kontrola Sovyetê û paşê di nav axa Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan û Turkmenistanê de hate belavkirin.
Encamên siyasî û civakî yên Lozanê
Peymana Lozanê ne tenê sînorên siyasî xêz kirin, di heman demê de bingeha polîtîkayên ku heta îro dijî Kurdan dewam dikin jî danî.
Kurd di asta navneteweyî de bê statû man û bûn mezintirîn neteweya bêdewlet a cîhanê.
Kurd wekî rojeke reş bi bîr tînin
Dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hate dabeşkirin, polîtîkayên guherandina demografiyê, qedexekirina ziman û asîmîlasyona çandî dane destpêkirin.
Ev neheqiya dîrokî di sedsala borî de bû sedema serhildanên mezin (Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim, Têkoşîna Başûr, Bakur û hwd.) û heta îro jî çavkaniya sereke ya alozî û krîzên li Rojhilata Navîn e.
Kurd îro jî salvegera Peymana Lozanê wekî rojeke reş û fermaneke dîrokî ya li dijî hebûna xwe bi bîr tînin.