Sîstanî: Di hilbijartinên parlemantoyê de ji bo 'guhertineke rastîn' deng bidin

Sîstanî: Di hilbijartinên parlemantoyê de ji bo 'guhertineke rastîn' deng bidin

PeyamaKurd – Ofîsa Rêberê Şîayên Iraqê Ayatullah Elî Sîstanî, do li ser hilbijartinên giştî yên Iraqê yên di 10ê Cotmehê de, daxuyaniyek da û bang li hemwelatîyên Iraqê kir ku di hilbijartinên parlemantoyê de ji bo 'guhertineke rastîn' deng bidin.

Ofîsa Elî Sîstanî diyar kir: "Rêberê olî yê herî mezin, herkesî teşwîq dike ku bi zanebûn û berpirsiyarî beşdarî hilbijartinên ku têne bibin,"

Di daxuyaniyê de, Sîstanî ji hilbijêran xwest ku "ji vê derfetê sûd werbigrin, da ku guhertinek rastîn di rêvebirîya dewletê de pêk bînin û destên gendel û nebikêrhatî ji navendên wê yên sereke dûr bixin."

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Sîstanî piştgiriyê nade tu berbijarî û bang li dengderan kir ku kesên "ku piştgiriyê didin serweriya Iraqê, ewlehî û aramiya wê" hilbijêrin.

Bi deh hezaran Iraqî, di 2019 an de daketin kolanan û dijî hilweşîna xizmetên giştî û hikûmeteke ku wan wekî gendel û bêkêr bi nav dikirin, protesto kirin.

Di xwepêşandanên bi mehan de, bi sedan kes hatin kuştin û hikûmeta Adil Abdulmehdî dest ji kar vekişiya û li cihê wî hikûmeta demkî ya Mistefa Kazimî hat avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin