PeyamaKurd - Li bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê di navbera cerdevanan û wezîfedarên sindoqan ên HDPê de gengeşî çêbû û polîs dema gengeşiyê mudaxeleyî parlamentarê HDPê Siddik Taş kir.
Polîsan ji Taş re got, “Tu ne parlamentarê me yî, tu parlamentarê terorîstan î. Tu çi kes î?”
Hat ragihandin bûyer ji ber ku cerdevanan xwestiye bi unîformeyên xwe biçin ser sindoqê derketiye û piştî mudaxeleya polîsan ku cerdevanan jî unîformeyên xwe derxistine û alozî bidawî bûye.
Herwiha li navçeya Erdîşê ya Wanê jî alîgirên AKPê gef li muşahîdên sindoqan ên HDPê xwarin û alozî derket.
Piştre jî hêzên ewelekariyê jî 2 erdarên sindoqên hilbijartinê yên HDPê binçav kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin