PeyamaKurd – Piştî erdheja ku di saet 04.34an de li navçeya Pûtûrge ya Meletiyê bi lerza 4,7an pêk hat, di saet 05:13an de jî bi lerza 4,5an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 4,5an pêk hat ku navenda wê navçeya Pûtûrge ya Meletiyê bû.
Hat diyarkirin, erdhej bi kûrahiya 8 kîlometreyan pêk hatiye.
Herwiha hat eşkerekirin, erdheja bi lerza 4,7an bi 10 kîlometro di bin erdê de çêbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin