Li Çeçenistan a ku bi ser ferderasyona RÛsyayê ve ye, helîkoptera Mi-8 ket û tê de herî kêm 7 kes mirin.
Li gor ajansa Rûs ya nûçeyan helîkoptera ku ya hêzên Sînor yên ewlekariya Rûsya ye, li Çeçenistanê ket. Hat ragihandin ku 9 kes di helîkopterê de hebûne û di qezayê de 7 ji wan mirine.
Di derbarê qezayê de hêj agahiyên zelal nehatine dayîn lê hat ragihandi ku gelek ambûlans bo herêmê hatine şandin. Li welatê Çeçenistanê gelek caran di navbera hêzên Rûsya û Çeçenên misliman de şer dertê û dibe helikopter ji aliyê Çeçenan de hatibe xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin