Li Misrê 8 mîlîtanên çekdar hatin kustin

Li Misrê 8 mîlîtanên çekdar hatin kustin

PeyamaKurd-Hêzên asayîşê yên Misrê li bajarên Qahîre û Gizayê operasyon kirin ser çekdaran û 8 çekdar hatin kuştin. Wezareta karên hundir ya Misrê ragihand ku çekdar yên rêxistina “Tevgera Hasm” in û berya sersalê amadekariya xwe dikirin da êrîşê ser pîrozbahiyên Noelê bikin.

Di beyanê de hat aşkerakirin ku avêtine ser maleka dinê ya li rojhilatê Qahîreyê û 4 kesan binçav kirine. Di avêtina ser malê de gelek sîlih û muhîmmat ketine destê hêzên asayîşê.

Misir operasyonên weha weka operasyonên li dijî terorê binav dike lê muxalifên Misrê van tevgerên hukumetê weka  “tasfiye” binav dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin