Firokeyên Tirkiyê çiyayê Qendîlê bombebaran dikin

Firokeyên Tirkiyê çiyayê Qendîlê bombebaran dikin

PeyamaKurd - Firokeyên şer yên Tirkiyê çiyayê Qendîlê nêzîkî cihê ku biryar e siba ahenga Newrozê lê bigere û hejmarek gund bombebaran kirin.

Peyamnêrê K24ê  da zanîn, îro danê sibê firokeyên şer yên Tirkiyê li esmana çiyayê Qendîlê digerin û çend navçe bombebaran kirin û nayê zanîn çi ziyan ji encama bombebaranê de derketine..

Li gor hejmarek ji gundiyên çiyayê Qendîlê, bombebaran li nêzîkî gundê Eyweys, Şêxan, Îndizê, Bêpalan, Zargelê û Bokirîskanê encam dan.

Her bi gotina gundiyan, ti ziyanên mezin ji encama bombebaranê nebûn, lê tirs xiste dilê xelkê bi taybet ku biryar e sibe ahengên Newrozê li binarê Qendîlê birêve biçin.

Berpirsekî PKKê jî diyar kir, sedema bombebarana Tirkiyê, ji bo xistina tirsê nava welatiyên deverê ye, ta beşdarî ahenga Newrozê nebin, lê welatî bi coş û germî ber bi cihê ahengê birê dikevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin