Kazimî li ser rêya Washingtonê got: Em hêzên serker ên biyanî naxwazin!

Kazimî li ser rêya Washingtonê got: Em hêzên serker ên biyanî naxwazin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berî ku ji bo hevdîtinên dîyaloga stratejîk ber bi Washingtonê bi rê bikeve got, êdî pêwîstiya welatê me bi hêzên şerker ên biyanî nemaye.

Kazimî daxwaz ji Amerîka jî kir, hevkariya Iraqê di biçekkirin û rahênankirina hêzên wan de berdewam bike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, “Em ji mana hêzên Amerîkî dixwazin ku piştevaniya hêzên me di warê rahênankirin û hevahengiya ewlehiyê de bike.”

Kazimî got: “Niha artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê amade ne û karîna wan a berevanîkirinê heye. îro tenê pêwîstiya me bi piştevanî û baştirkirina karînên me heye û ti pêwîstiya me bi hêzên şerker ên biyanî li ser xaka me nîne.”

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: “Çekê Iraqê Amerîkî ye, ji ber wê jî pêwîstiya me bi rahênankirin û biçekkirina berdewam a Amerîka heye. Daxwaz ji Amerîka dikin ku di piştevanîkirin û pêşxistina hêzên me de berdewam be.”  

Hêjayî bibîrxistinê ye, sibe Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Koşka Spî bi Serokê Amerîka Joe Biden re dicive û mijara vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê jî di rojeva wan de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin