PeyamaKurd – Li Fransayê piştî xprtekî 17 salî ji aliyê polîs de hat kuştin xwepêşandan destpêkirin lê hukumeta Fransayê nikare ber li çalakiyan bigre. Ji ber wê jî Fransa ber bi ragihandina rewşa awarte de diçe. Wezîrê karên hundir yê Fransayê ragihand ku li seranserê Fransayê wê piştî seet 21.00an otobus û tramvay nexebitin. Macron gelek dixebite da bûyeran rawestîne û got ji bo rawestandina rûdanan wê bêhtir polîsan di kolanan de wezîfedar bike û di ragihandina xwe de got ku rewşa awarte di nav de her cûre bijarte li ser masê ne.
Ji destpêka bûyeran heya niha hêzên asayîşê 875 kesan xistiye binçav. Lê çalakvan gelek avahiyan, erebeyan, maxazayên navdewletî, meclisê, ATM yan şewitand an zerarê da wan. Macron bang li xelkê kir ku zarokên xwe yên balix nebûne an ku reşîd nînin ji kolanan vekişînin. Macron her weha got ku medya civakî bi weşanên xwe çalakiyan geştir dike û xwest ku wan peyaman ji ser medya civakî rakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin