Fransa ji bo Nîjerê alîkariya xwe birî

Fransa ji bo Nîjerê alîkariya xwe birî

PeyamaKurd – Dewleta Fransayê piştî li Nîjerê derba leşkerî çêbû desteka xwe ya alîkariyê birî. Li ser derba leşkerî ya Nîjerê wezareta karên derve ya Fransayê got ku temamê desteka ji bo Nîjerê birine, wê desteka geşepêdanê nedin Nîjerê rêvebiriya generalê artêşê.

Wezaret ragihand ku rêvebiriya berê bihilbijartinê hatibû ser îdarê û xwest ku Nîjer dagere nîzama xwe ya berê.

Di 26 ê Temmûzê de fermandarê alaya parastvanên serokkomariyê dest danîbû ser rêvebiriyê û serokkomar desteser kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin