Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêkanîn

Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêkanîn

PeyamaKurd - Parêzerên Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê girtî ye daxuyanî dan û ragihandin ku wan di 2yê Gulanê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anîye. 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku wan di 2yê Gulanê de bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîne.

Parêzeran diyar kir ku ew ê îro saet di 15.00an de li Otela Taksim Hill daxuyanî bidin çapemeniyê. 

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê  wiha ye:

“Di 2yê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Miwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hatiye. Têkildarî vê hevdîtinê em ê saet di 15.00an de li Otela Taksîm Hill civîna çapemeniyê li dar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê. Em hemû kedkarên çapemeniyê vedixwînin civîna xwe. Dê piştî daxuyaniyê pirsên bên kirin neyên bersivandin.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin