Parlamenterên li parlamentoya Îranê dirûsmeyên ‘Bimre Îsraîl’ berz kirin!

Parlamenterên li parlamentoya Îranê dirûsmeyên ‘Bimre Îsraîl’ berz kirin!

PeyamaKurd – Şêwirmendê leşkerî yê payebilind ê rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî Yehya Rehîm Sefewî derbarê operasyona Tofana Eqsayê ya ku baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzzeddîn El-Qassam li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin de daxuyanî da.

Safevî ji ber operasyonên ku li dijî Îsraîl hedef tên girtin Hamasê pîroz kir û wiha got: "Em piştgiriyê didin vê operasyonê û em piştrast in ku eniya berxwedanê jî piştgiriyê dide vê operasyonê. Heta ku Filistîn û Quds xilas bibin em ê li cem mucahîdên Filistînê bin."

Safewî diyar kir, ew piştgiriyê didin operasyona Tofana Eqsayê ya ku Hamasê li dijî Îsraîlê daye destpêkirin, parlementerên Îranê li Meclisê dirûşmeyên "Bimre Îsraîl", "Bijî Filistîn" û "Filistîn bi ser ket, Îsraîl wê hilweşe" berz kirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin