HSDê diyar kir, hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ji bejahî û asmanî ve, 14 terorîstên DAIŞê li devera Şihêl ya li Rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Li gor hat destnîşankirin, li ser van terorîstan gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Ji 23ê Adara 2019an ve, dema tunekirina DAIŞê di aliyê cografî de li Baxozê hatibû ragihandin, operasyonên HSDê yên li dijî şaneyên DAIŞê didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin