Firarê 15 salan, li gundê xwe hat desteserkirin

Firarê 15 salan, li gundê xwe hat desteserkirin

PeyamaKurd – Kesê bi navê A.K. sala 2009an xizmê xwe yê bi navê M.S.D. li gundê Xantepeyê yê navçeya Yenîşehira Diyarbekirê bi tivingê birîndar kiribû. Bersûcê firar, A.K.yê ku bi qasî 15 salan qaçaxî jiyabû, bi operasyoneke ku Midîriyeta Asayîşê polîsên Diyarbekirê pêk anî, hat desteserkirin.

Hat tesbîtkirin ku ji ber “teşebişa kiryara kujeriyê”, 25 sal ceze li wî hatiye birîn.

Piştî pêvajoya desterkirina wî bi dawî hat, bersûcê desteserkirî radestî girtîgehê hat kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin